• Tuesday, 02 July 2024
logo

Fermandarekî QSD: Li Eyn Îsayê 12 çete hatin kuştin û alaveke wan hat rûxandin

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
Fermandarekî QSD: Li Eyn Îsayê 12 çete hatin kuştin û alaveke wan hat rûxandin
du roj bû pevçûn dom dikir.
Ji fermandarên QSD’ê Ziyad Heleb destnîşan kir ku wan êrişên dagirkeran ên li ser gundewarên Eyn Îsayê şikandin û got: "Berxwedanan şervanan bi rihê serkeftinê berdewam e".
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di 18’ê Kanûnê de êrişî gundên Cehbel û Mişêrfe yên gundewarên navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê kirin. Di heman demê de rêya M4 û derdora navenda navçeyê dan ber topan.
Şervanên QSD’ê bersiva êrişan da û nehiştin hêzên dagirker li herêmê bi pêş de biçin. Di encama wan êrişan de 12 çete hatin kuştin û alaveke leşkerî ya çeteyan hate rûxandin.
Der barê êrişê û berxwedana li hemberî wê de, ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ziyad Heleb ji ANHA'yê axivî.
Ziyad Heleb di destpêkê de behsa êrişa li ser herêmê kir û wiha got: "Derdora saet 05:30 artêşa Tirk a dagirker û çeteyên dest bi êrişên li dijî gundên Cehbet û Mişêrfe kirin û hêzên me bersiva wan êrişan dan."
‘IDÎAYÊN RAGIHANDINA DAGIRKERAN DEREW IN’
Girêdayî idîayên dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirk ku du gund dagir kirine, Ziyad Heleb wiha pê de çû: "Tişta ku dezgehên çapemeniyê û tevna civakî belav kirine, idîayên derew in. Ew du gund hê jî di bin serweriya me de ne, dem bi dem di navbera şervan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên de şer diqewime."
‘DI DU ROJAN DE, 12 ÇETE HATIN KUŞTIN Û ALAVEKE LEŞKERÎ HATE RÛXANDIN’
Têkildarî ziyanên ku gihiştina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê êrişê de, Ziyad Heleb wiha eşkere kir: "Şer du rojan dom kir. Li gorî ku me bi çavan dîtiye, 12 çete hatin kuştin û alaveke leşkerî hat rûxandin."
‘ŞERVAN DI BERXWEDANA BI RIHÊ SERKEFTINÊ DE BERDEWAM IN’
Ziyad Heleb wiha bi dawî kir: "Berxwedana şervanên me bi rihê serkeftinê berdewam e û nahêlin çete derbasî van gundan bibin."
Ji anhayê hatiye wergirtin.
Top