• Tuesday, 02 July 2024
logo

Fermandarekî Pêşmerge: Sedî 90 çekdarên grubên nerewa yên li Şingalê xelkê biyanî ne

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
Fermandarekî Pêşmerge: Sedî 90 çekdarên grubên nerewa yên li Şingalê xelkê biyanî ne
Endameke fermandariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê aşkera kir, berê 4 hezar kurdên êzdî nav grubên nerewa de çalakiya wan hebû, lê naha tenê hezar kes ji wan li gel wan mane û sê hezar kesên din dest jê berdane û ewên din hemû xelkê biyanî ne.

Endamê fermandariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê Qasim Derbo ji basnewsê re ragehand: ‘’Naha sedî 90 çekdarên grubên nerewa li çiyayê Şingalê xelkê biyanî ne û bi taybet jî ereb nav grubên nerewa yên Şingalê de hene, bi taybet jî nav PKKê de hatine wergirtin.’’

Fermandarê Pêşmerge got: ‘’Piraniya wan kesên ku xelkê Şingalê bûn û berê li gel wan grubane bûn, naha dest jê berdane. Ji ber xelkê Şiingalê geheşt wê baweriyê ku ew grubên nerewa bo armancên siyasî yên xwe nav Şingalê de bicîh bûne û heta naha jî ew grubên biyanî yên li qeza Şingalê dever vala nekirine.’’

Qasim Derbo diyar kir: ‘’Armanca wan ew e, ewlehî û seqamgiriya nav Şingalê dicîh de nebe. Ji ber baş dizanin rojek dê bê Şingal dê ji dest wan bê derxistin, ji ber wê kar bo têkdana rewşa Şingalê dikin û aloziyê zêdetir dikin.’’

Basnews
Top