• Tuesday, 02 July 2024
logo

'Bawernameyên Zanîngeha Rojava dibin navdewletî'

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
'Bawernameyên Zanîngeha Rojava dibin navdewletî'
Li Rojavayê Kurdistanê ji sala 2013an ve li dibistanan xwendin bi zimanê Kurdî tê kirin û îsal xwendina Kurdî derbasî nav sîstema zanîngehan jî bû. Hevserokê Desteya Perwerdeyê li Herêma Cizîrê jî tekez dike ku ew li gel navend û zanîngehên navdewletî jî di nav peywendiyan de ne û "Bawernameyên Zanîngeha Roaja dibin navdewletî." Endamekî Parlamentoya Sûriyê jî dibêje, hikûmeta Sûriyê dibêje, “Kurdî li heremên Kurdî bê fêrkirin pirsgirêk tune ye.”

Mihemed Salih Ebdo, Hevserokê Desteya Perwerdeyê li Herêma Cizîrê, beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê pergala perwerdehiya Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Ebdo amaje bi wê kir ku di sala 2020-2021 zimanê kurdî ji destpêkê heta pola 12an derbasî hemû qonaxa bû û got, perwerde bi 3 zimanan tê dayin; Kurdî, Erebî û Suryanî û “Kurd bi Kurdî, Ereb bi Erebî û Suryan jî bi Suryanî dixwînin.”

Mihemed Salih Ebdo derbarê destpêkirina xwendina bi Kurdî li zanîngehan jî got, “Di sala xwendinê ya 2020-2021an de zimanê perwerdehiya Zanîngeha Rojava dibe bi Kurdî. Ji bo vê yekê navendek bi nave Navenda Çavkaniya Zaningehê (NÇZ) hatiye vekirin û ji bo perwerdehiya Zanîngeha Rojava bibe bi Kurdî xebatan dike.”

Li ser têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê jî derbarê dîplomeyan de jî Ebdo got ku heta îro ti têkiliyên wan û rejîma Sûriyê bi taybetî di aliyê perwerdehiyê de çê nebûne. Ew wek Desteya Perwerdê amade ne bo danûstandinên li gel rejîma Sûriye û ji bo vê jî planên wan amade ne û kengî rejîm qebûl bike ew ê derbasî wê qonaxê bibin.

Ebdo herwiha got, “Lê rejîma Sûriyê ne amade ye ji bo danûstandinê, me hewl da lê wan qebûl nekiriye. Ew dixwazin perwerdehî bi temamî di destê wan de be û şirîkê wan tune be.”

Di dewama gotinên xwe de Ebdo aşkere dike, “Danûstandin di navbera me û UNICEFê de hene. Bi beşdarbûna UNICEF, UNESCO û saziyên girêdayî Netewên Yekbûyî re em amade ne danûstandinê bi rejîma Sûriyê re bikin.”

Li ser pirsa, “2 sistemên perwerdehiyê hene li Rojavayê Kurdistanê, pirsgirêk ji xwendevanan re çê nabe?” Hevserokê Desteya Perwerdeyê li Herêma Cizîrê dibêje, “Meseleyeke girêdayi perwerdehiyê nine, ew meseleyek siyasî ye. Kesên ku bi dîplomayên Rêveberiya Xweser nebawer in, dixwazin pirsgirêkan jê re çê bikin û reş bikin wan îdîayan davêjin holê.”

Herwiha Ebdo dide xuyakirin, ji bo naskirina dîplomayan, peywendiyên wan bi zanîngehên navnetewî re jî hene û aşkere jî dike, “Peywendiyên me bi zanîngehên Başûrê Kurdistanê re jî hene.”

Hevserokê Desteya Perwerdeyê li Herêma Cizîrê dibêje, “Me tifaqa dostanî û alîkariyê bi zaningeha Californiyayê ya Amerîkayê jî ji bona 5 salan kiriye, peywendiyên me bi zanîngehên Malezya û Ewropî re hene. Bi van zanîngehan re bigijîn qonaxa cêwitiyê. Gava em bigihîjîn vê qonaxê dîplomayên zanîngeha Rojava dê bibin dîplomayên navnetewî.

Li ser xwendina li Zanîngeha Rojava jî Ebdo dibêje, “Perwerdehiya Zanîngeha Rojava ne kêmî zaningehên Sûriyê û dewleten derdora me ne” û amaje bi wê jî dike, “Kesên ku dixwazin perwerdehiya Kurdî reş bikin, pirsgirên derxin.”

“Divê mafê çandî ji Kurdan re hebe”

Ebdulrehman Xelîl, Endamê Parlamentoya Sûriyê û Endamê Komîteya Partiya Komunîst ya Sûriyê jî li ser mijara vê mijarê beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa helwesta hikûmeta Sûriyê ya li hember xwendina zimanê Kurdî kir.

Ebdulrehman Xelîl amaje bi wê dike, li gorî Wezîrê Perwerdê yê Sûriyê, ew amade ne zimanî Kurdî têxin nav sîstema perwerdê û li ser gavên pratîkî jî diyar dike, “Gotine zimanê Kurdî li heremên Kurdî bê fêrkirin pirsgirêk tune ye. Ev tenê axaftin e.”

Endamê Parlamentoya Sûriyê yê li ser lîsta Partiya Komunîst dibêje, divê “mafê çandî ji Kurdan re hebe ji Ermenan û Suryanan re jî hebe, zimanê zikmakî mafek mirovatiyê ye.”

Li ser pirsa “Ji bo çi nabin navbeynkar ku hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser li hev bikin sîstemek hevbeş çê bikin ku zirarê nede xelkê û xwendevanên Kurd” dibêje, “Çiqas têkilî, hevdîtin çêdibin bi tehdîtan tên xerabkirin.”

Rudaw
Top