• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serokwezîr li gel şandeke Hevpeymanan civiya

Gulan Media December 22, 2020 Nûçe
Serokwezîr li gel şandeke Hevpeymanan civiya
dibêje lazime tevahiya hêzên çekdar yên derqanûnî ji herêma Kurdistanê derkevin.
Behsa rewşa deverê kirin.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê li gel şandeke leşkerî ya hevpeymaniya cîhanî civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro duşem 21/12/2020an me pêşwaziya Fermandarê operasiyonên taybetî yên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Gum Wallbouper kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî tê de beşdar bû rewşa Îraq û deverê û girîngiya hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan hate nirxandin û tekez li ser berdewamî piştîvanî kirina pêşmerge bo rûbirû bûna metirsiyên terorîstên DIŞIê kir.

Di berdewamiya civînê de Fermandarê operasiyonên taybetî yên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Gum Wallbouper ew yek dubare kir ku herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng ya Amerîka û hevpeyamanane li deverê de.

Hevdem li gel spasî kirina hevkariyên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorê, me behsa girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingal û derketina milîşayan li deverê de kir bo vegerandina aramî û ewlekarî bo deverê û rê xweş kirina bo vegeriyana awareyan bo warên xwe.

Me herwiha ew yek diyar kir ku lazime tevahiya hêzên çekdar yên derqanûnî ji herêma Kurdistanê derkevin daku em bikaribin tevahiya karînên xwe bo rûbirû bûna terorê bikar bînin.

Top