Baba Noel û hevjîna wî bi dehan zarok tûşî koronayê kirin
![Baba Noel û hevjîna wî bi dehan zarok tûşî koronayê kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1608572914346543265432.jpg )
Bi dehan malbatên li eyaleta Georgia ya Amerîkayê dema bihîstin ku Baba Noel û hevjîna wî hilgirên vîrusa koronayê ne û diyarî dane zarokên wan.
Aliyên peywendîdar heta niha 50 zarok xistine karantînayê û biryar e 14 roj di karantînayê de bimînin.
Ne tenê li Amerîkayê, li navîna vê mehê, li Belçîkayê jî Baba Noel hilgirê koronayê bû û çûbû mala kesên bi temen û herî kêm 75 welatiyên yextiyar tûşî koronayê bûbûn.
rudaw