• Tuesday, 02 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Jeanine Plasschaert rewşa Iraqê nirxandin

Gulan Media December 22, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Jeanine Plasschaert rewşa Iraqê nirxandin
behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Serokê herêmê li gel nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî yê li Îraqê civiya.

Di civîna li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê tekez li wê yekê kir ku peywendiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexda li berjewendiya tevahiya Iraqê da heye, her wiha piştgîriya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo giftûgoya di navbera her du aliyan derbirî û hêvî xwest kêşeyên wan çareser bikin.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî spas û pêzanînên ji bo rola girîng ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, hêvî xwest li handana Hewlêr û Bexda ya ji bo serkeftina giftûgoyan berdewam bê û li çareserkirina kêşeyên di navbera wan da hevkar û yarmetîder bê.

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez li ser wê yekê kir ku çareserkirina yekcarî û giştgîr ya kêşeyên Hewlêr û Bexda, kilîla aramiya Iraq û pêkvejiyanê ye û bi berçavgirtina rewşa dijwar ya welat û gefên li ber de, divê desthilat û aliyên Iraqî bi giyaneke berpirsane muamele li gel rewşê da bikin û kêşeyan li ser bingeha destûr çareser bikin û rêkeftinan jî bi cîh bikin.

Rewşa siyasî, emnî, tendirûstî û aboriya Iraqê, rûbirûbûna terorê û erkê hevpeymaniya navdewletî li Iraqê, hilbijartinên paşerojê ya welat, pêşketinên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên dinê civînê bûn.
Top