• Tuesday, 02 July 2024
logo

WHO: Corê nû yê Coronayê ji kontrolê derneketiye

Gulan Media December 22, 2020 Nûçe
WHO: Corê nû yê Coronayê ji kontrolê derneketiye
Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) dibêje, corê nû yê Coronayê ku li Brîtanya û Afrîqaya Başûr belav bûye, hê ji kontrolê derneketiye û dibe bi wan tedbîrên ku niha hatine wergirtin, bê kontrolkirin.

Michael Ryan, Rêveberê Beşa Awarte ya WHO ragihand, “Vîrûs dibe hinekî bileztir be di veguhestinê de ku dikare bandoreke zêde li amaran bike di demekê de ku hejmareke zêde ya xelkê pê dikevin, lê dibe rê li vîrûsê bê girtin, dibe belavbûna vîrûsê were lawazkirin, ew jî bi bikaranîna heman tedbîr û tevger lê bi awayekî zêdetir.”

Berê Wezîrê Tendirustî yê Brîtanyayê, Matt Hancock ragihandibû ku corê nû yê Coronayê li welatê wî ji kontrolê derketiye ji ber leza veguhestinê bi rêjeya ji sedî 70 zêdetir e.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî Tedros Adhanom jî tekez dike ku core nû yê Coronayê ne metirsîdartir e ji wî core ku niha li seranserê cîhanê belav bûye.

Tedros Adhanom dibêje, “Bi derbasbûna demê vîrûs xwe diguhere. Ev xwezayî ye û tê hêvîkirin. Brîtanya ragihandiye ku ev corê nû asantir tê veguhestin, lê heta niha ti belgeyek nîne pêşan bide corê nû bibe sedema nexweşiya girantir an mirina zêdetir.”

Amerîka jî li benda wê yekê ye ku Brîtanya zanyariyên zêdetir derbarê corê nû yê vîrûsa Coronayê de bidiyê.

Dr. Jerome Adams, Rêveberê Desteya Tendirûstiya Giştî ya Amerîkayê têkildarî vê yekê ragihandiye, “Em ligel WHO û Navenda Kontrolkirina Nexweşiyên Veguhêz a Amerîkayê û hikûmeta Brîtanyayê kar dikin daku bizanin gelo ev corê nû yê vîrûsê tevgera wê cuda dibe yan na.”

Belavbûna wî corê nû yê Coronayê li Brîtanya û Afrîqaya Başûr wiha kiriye ku li nav wan herdu welatan tedbîrên xweparastinê bên dijwartirkirin, herwiha nêzîka 30 welatan sînorên xwe li ber geştyarên wan herdu welatan girtine, Ajansa Derman a Ewropî ku doh lempeya kesk bo bikaranîna vaksîna Pfizer û BioNTech pêxist, piştrast dike ku ew vaksînê dijî Coronayê hatine berhemanîn, dikarin core nû jî jinav bibin.

Rudaw
Top