• Tuesday, 02 July 2024
logo

Dadgehê 22 sal û 3 meh cezayê zindanê li Leyla Guven birî

Gulan Media December 21, 2020 Nûçe
Dadgehê 22 sal û 3 meh cezayê zindanê li Leyla Guven birî
Dadgehê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka KCDê û parlamentera berê ya HDPê Leyla Guven birî û biryara girtina wê derxist.

Derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de ku bi tohmeta “endamtiya rêxistinê ye” dihat darizandin, biryara girtinê hat derxitsin.

10emîn rûniştina doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a bi hinceta "endama rêxistinê ye" û "propagandeya rêxistinê kiriye" li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat kirin.

Leyla Guven beşdarî rûniştinê nebû lê parêzerên wê Cemile Turhalli Balsak, Serdar Çelebî û Şivan Cemil Ozer amade bûn. Di rûniştinê de parêzeran demeke zêde xwestin, ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.

Dadgehê piştî danûstandinên xwe 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî û biryara girtina wê da.

Ev di demekê de ye, roja 5ê Hezîranê ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve, li gel Musa Farisogullari, parlamenteriya Leyla Guven jî hatibû betalkirin û dîsa bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û roja 9ê Hezîranê jî hatibû berdan.

Rudaw
Top