• Tuesday, 02 July 2024
logo

Silêmanî sedî 30 dahata Kurdistanê dabîn dike û sedî 47 dahata herêmê jî bot ê xerc kirin

Gulan Media December 21, 2020 Nûçe
Silêmanî sedî 30 dahata Kurdistanê dabîn dike û sedî 47 dahata herêmê jî bot ê xerc kirin
Endamekî fraksiyêna PDKê li Parlamentoya Kurdistanê aşkera kir, bi giştî daha herêma Kurdistanê sedî 30 li Silêmaniyê tê dabîn kirin, lê sedî 70 jî li parêzgehên Hewlêr û Duhok tê dabîn kirin. li gor zanyariyan jî sedî 47 hemû dahatên herêma Kurdistanê jî bo mûçe û xercên sînorê Silêmaniyê tê xerc kirin.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê Çiya Hemîd Şerîf ji basnewsê re ragehand, sedî 30 dahata Silêmaniyê bo hikûmeta herêmê Kurdistanê tê, lê li gor yasa û bi taybet jî piştî yasaya çaksaziyê, divê hemû dahatên Silêmaniyê bo xizîneya hikûmetê vegere.

Herwaha aşkera kir sedemê kêmbûna wî dahatê ku li Silêmaniyê ve digehe xizîneya hikûmetê, hebûna grubên mafyaye ku dest li ser dahata deriyên sînor de girtine û beşa piraniya wî pareyî di divê wek bac bê dayîn, bi rêya qaçaxçiyan ve bo berjewendiya xwe û ewên ku li pişt wan kesan re ne tê birin.

Li gor zanyariyên BasNewsê li hember kembûna beşdarî kirina Silêmaniyê di dahata herêma Kurdistanê de, devereke xercên wê pir zêde ne û li hember wê Hewlêr û Duhok herdu parêzgeh jî deverên berfirehin û sedî 70 dahata Kurdistanê pêktînin, lê tenê sedî 53 ji hemû dahata Kurdistanê ji bo wan deveran tê xerc kirin û sedî 47ê dahatê jî bo mûçe û xercên devera Silêmaniyê diçe.

Endamê berê yê fraksiyona Tevgera Gorran li Parlamentoya Kurdistanê Karwan Salih ji Basnewsê re ragehand, nabe ku desthilatek di navçeyekî de dest dayne ser dahatan û bibêje ‘’Beşa min bo min û beşa te jî ezê bixom.’’

Herwaha got, eger dahata Silêmaniyê diçe berîkên qaçaxçî û piştevanên wan, divê bo xizîneya giştî ya hikûmetê bên vegerandin, wê demê şiyana hikûmeta herêma Kurdistanê ya dabîn kirina mûçeyê fermanberan jî zêdetir dibe.

Basnews
Top