• Tuesday, 02 July 2024
logo

Xesro Goran: Di helbijratinên pêş ên Iraqê de rê ji lîsteyên hevbeş re nayê dayîn

Gulan Media December 21, 2020 Nûçe
Xesro Goran: Di helbijratinên pêş ên Iraqê de rê ji lîsteyên hevbeş re nayê dayîn
Serokê saziya helbijartinê yê PDKê ragehand, li gor yasaya nû ya helbijartinên Iraqê, rê ji lîsteyên hevbeş ên wek berê re nayê dayîn. Lê dikare kurd li navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê sûd li rêyên din wergire.

Serokê saziya helbijartinê yê PDKê Xesro Goran ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gor yasaya nû ya helbijartinê ku li Parlamentoya Iraqê hate pejirandin, partî û alî nikarin wek helbijartinên berê rêkeftinê bikin û lîsteyên hevbeş ava bikin. Ji ber mijar bûye takekesî ango kesek di çarçoveya wê partî û aliyê ku li gel beşdarî helbijartinê bûye re deng jê re tê dayîn.’’

Herwaha got: ‘’Daxwazek hebû ku aliyên Kurdistanî li navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê lîsteyekî hevbeş ava bikin, lê ji ber vê guhertinê nikarin, lê dikarin li ser rêyekî din lihev bikin, li ser diyar kirina kesekî bi rêkeftina alîgirên hemû partiyan ve deng jê re bê dayîn û derbikeve.’’

Xesro Goran got: ‘’Herçend serokwezîrê Iraqê 6ê Xizîrana sala pêş wek roja helbijartinên pêşwext diyar jî kiriye, lê diyar nîne helbijartin dê pêkbê yan ne.’’
Top