Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Mîrê Kûwêtê dike
Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:
"Mixabin nûçeya koça dawî ya hevalê min Şêx Nasir Sebah el-Ehmed gihişte min. Serxweşî li malbata birêz Mîrî û xelk û hikûmeta Kûwêtê dikim. Hevxem im li gel wan."
Şêx Nasir Sebah el-Ehmed (Nasser Sabah Al-Ahmad Al-Sabah)
Kurê mezinê Mîrê Kuwêtê yê berê bû. Îro, 20ê Berfenbara 2020ê koça dawî kir.
Li Kûwêtê wekî Wezîrê Berevaniyê û Cîgirê Serokwezîrî kar kiriye.
Tê gotin ku sibê demjimêr 09:30 dê were gorkirin.
Sedema wefatê nayê zanîn lêbelê berî du salan bi penceşêra cegerê ketibû û hatibû neştergerîkirin.