Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîka şermezar dike
![Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîka şermezar dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/5466576767.jpg )
Di peyamê de tê gotin, “Em êrîşa terorîstî ya îro li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê şermezar dikin. Dubere û berdewamiya van êrîşên li ser şandên dîplomasî û nûnerên welatan, li dijî berjewendiyên Iraqê û serweriya welat in. Her wiha li dijî yasayên navnetewî ne û encamên xirab jê derdikevin û pêwendiyên Iraqê bi welatan re dixe metirsiyên rasteqîne.”
Her di wê peyamê de behsa vê yekê hatiye kirin, “Erkê hikûmeta Îraqê ye ku ewlehî û selametiya şandên dîplomasî yên welatan û malên welatiyan biparêze û hemû rêkarln pêwîst bigire ber xwe, ji bo ew êrîş dubare nebin û encamderên wê werin dîtin, ta werin dadgehkirin û cezayên xwe werbigirin.”
Ji ber avêtina çend mûşekan li ser Balyozxaneya Amerîka Bexdayê ku sîstema parastinê ya balyozxaneyê ew mûşek pûç kirin, ziyan gihîşt çend malên welatiyan.
k24