23 jin û zarokên DAIŞî bo Almanya û Finlandayê hatin vegerandin
![23 jin û zarokên DAIŞî bo Almanya û Finlandayê hatin vegerandin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/553855Image1.jpg )
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, ew jin û zarok ji kampên Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê û bi balafireke taybet ji bo welatên xwe hatin şandin.
Li gor daxuyaniyê, ew welatî ji 3 jin û 12 zarok Almanî û 2 jin û 6 zarokên Finlandayê pêk dihatin.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, proseya vegerandina wan kesan bi beşdariya tîmeke dîplomasî ya Almanî û Finlendî bi hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdar ên Kurdistanê di warê dabînkirina ewlehî û hevkariya locestîkî û teknîkî û gelek asankariyan çêbûye.
Herwiha ew prose piştî çend hevdîtinên pêşwext ligel aliyên peywendîdar ên Kurdistanê hatiye kirin.
Ev ne cara yekem e ku proseya vegerandina jin û zarokên DAIŞê yên li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê dijîn, bi rêya axa Herêma Kurdistanê re tê kirin û çend carên din jî proseyên bi vî awayî hebûne.
Rudaw