Şandeke Nemsayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir
Şandeke Nemsayê ku ji çend parlemanter û akademîsyenan pêk tê, serdana Rojavayê Kurdistanê kir.
Li gor zanyariyên berdest ew şanda Nemsayê li gel Rêveberiya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser civiya.
Şanda Nemsayê ji her yekî ji Îva Cackovîş, Rinhold Lubatka û Profesorê Zanistên Siyasî ji Zanîngeha Vienna pêk tê.
Ev duyemîn car e ku şandeke Nemsayê û nûnerê hikûmeta wê serdana Rojava dike. Sala derbasbûyî jî şandeke Nemsayê serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû.
Ev di demekê de ye ku şandeke Rêxistina Parêzerên Sînornenas a Fransî ku li Başûrê Kurdistanê ye, ji bo şopandina jin û zarokên Fransî yên çekdarên DAIŞê dê biçe Rojavayê Kurdistanê.
Endama şanda Rêxistina Parêzerên Sînornenas a Fransî Marie Dose derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got, nêzîkî 200 zarok û 100 jinên Fransî li Kampên Hol û Roj dimînin û ew dê biçin bizanibin ka rewşa wan çi ye û divê çi ji bo wan were kirin.
Rudaw