• Tuesday, 02 July 2024
logo

Qaymeqamê rewa yê Sergeran: Ereban tapoyên zeviyên kurdan saxte kirine!

Gulan Media December 20, 2020 Nûçe
Qaymeqamê rewa yê Sergeran: Ereban tapoyên zeviyên kurdan saxte kirine!
Qaymeqamê rewa yê nahiya Sergeran ya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê dibêje, erebên hawirde tapoyên zevî û malên kurdan bi rengekî saxte çêkirine û xwe kirine xwedanên wan. Hêzên ewlehiyê jî nahêlin cotkarên kurd çandiniya xwe bikin.

Qaymeqamê rewa yê nahiya Sergeran ya Dûbizê, Loqman Husên ji BasNewsê re got, dema wezîrê navxwe yê Iraqê hefteya borî serdana Kerkûkê kir, parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî komek erebên hawirde bir ba wî da ku xebatên xwe yên erebkirinê rewa bike.

Loqman Husên her wiha got, piştî wê bi îsrara cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad, komîteyek bo çareserkirina arîşeyên wê deverê bi taybet gundê Pelkane pêk hat. Divê ew komîte di nav 15 rojan de destnîşan bike kî mafdar e û kî mafdar nîne.

Qaymeqamê rewa yê Sergeran da xuyakirin jî ku wan bi komîteyê re axivîne û got, em bi cotkarên gundê Pelkane re jî rûniştin. Erebên hawirde tapo û belgeyên zevî û malên kurdan saxte kirine û bi rêveberiya çandiniya Kerkûkê jî dane qebûlkirin.

Bi gotina Loqman Husên, heta niha jî erebên hawirde li nav gndê Pelkane de mane û hêzên ewlehiyê jî nahêlin cotkarên kurd karên xwe yên çandiniyê bikin, bi behaneya ku hîn komîteyê biryar nedaye.

Basnews
Top