• Tuesday, 02 July 2024
logo

Netanyahu wek yekem Îsraîlî hat vaksînkirin

Gulan Media December 20, 2020 Nûçe
Netanyahu wek yekem Îsraîlî hat vaksînkirin
Hikûmeta Îsraîlê rêkarên nû yên peywest bi vîrusa Coronayê sepand û her Îsraîliyek ku vedigere, dê bê kerentînkirin. Hevdem Netanyahu bû yekem Îsraîlî ku hat vaksînkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li gel destpêkirina helmeta vaksînkirina xelkê li dijî Coronayê, wek yekem kes hat vaksînkirin.

Netanyahu ku 71 salî ye, vaksîna Pfizer-Biontech li Nexweşxaneya Şîba ya li navçeya Rimat ku nêzîk e li Tel Avîvê, wergirt.

Herwiha Hikûmeta Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, ew dê ji roja Yekşemê ve hemû welatên cîhanê di polênbendiya Coronayê de “Sor” nîşan bidin, lewma her hemwelatiyek ku vedigere welat, divê bo dema 14 rojan xwe kerentîn bike.

Medya Îsraîlê pêşbînî dike, îro Yekşemê, hikûmeta wî welatî tedbîrên nû li dijî belavbûna Coronayê derbixe.

Yek ji wan welatên ku di heyama derbasbûyî de hejmareke berçav a geştyarên Îsraîlî berî xwe danê, Îmarat û barajê Dubayî bû.

Rojnameya Jerusalem Post aşkere kir, ew hemwelatiyên ku dê ji Îmaratê vegerin, dê bên kerentînkirin, ji ber ku ew welat ji polênbendiya “Kesk” bo ya “Sor” hat bilindkirin.

Herwiha wê rojnameyê ragihand, bi dehan Îsraîlî ku niha li Dubayiyê ne, tûşî Coronayê bûne û niha di bin kerentînê de ne.

Heta niha li Îsraîlê 370 hezar tûşbûyên bi Coronayê hatine ragihandin û hejmara qurbaniyên wê vîrusê jî 3 hezar kes derbas kiriye.

Rudaw
Top