Davutoglu: Axaftina bi zimanê kurdî weke xiyanetê tê dîtin
![Davutoglu: Axaftina bi zimanê kurdî weke xiyanetê tê dîtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1608452656Davutoglu-12345.jpg )
Ehmed Davutoglu li ser qedexeya zimanê Kurdî destnîşan kir ku axaftina bi zimanê Kurdî weke xiyanet tê dîtin. Herwiha wiha got, mafê Kurdan ê hilbijartinê tune tê hesabkirin û sîstema qeyûman tê pejirandin.
Davutoglu ragihand, eger ew li ser postê serokwezîrtiyê berdewam bûya, wê ofîsa serokwezîrtiyê li Diyarbekirê vekiribana û wê hinek caran civîna civata wezîran li Diyarbekirê li dar xistibana.
Serokê Partiya Siberojê li ser bangên girtina HDP'ê jî wiha got, MHP ji bo peyamê bide alîgirên xwe, daxwaza girtina HDP'ê dike. Davutoglu ragihand, HDPê ew maf bidest xistiye li parlamentoyê be û girtina partiyan di bingehê xwe de şaş e.
Demek e Serokê Partîya Vatanê Dogu Perînçek û Serokê Partîya Netewperest MHPê Devlet Bahçelî, bi hinceta ku têkiliya HDPê bi PKKê re heye, daxwaz û banga girtina HDPê dikin.
K24