• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serokê herêmê li gel şandeke Îraqî civiya

Gulan Media December 20, 2020 Nûçe
Serokê herêmê li gel şandeke Îraqî civiya
behsa hemahegniya navbera parêzgarên Kurdistan û Îraqê hate kirin.
Şanda parêzgarên Îraqê îro serdana Hewlêrê kir.

Îro danê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke komîteya hemahengiya parêzgarên Îraqê kir.

Di civînê de behsa projeyên xizmetgozarî û kar û çalakiyên parêzgaran li parêzgehên Îraqê hate kirin.

Herwiha behsa çawetiya berfiretir kirina hevkarî û hemahengiya navbera parêzgarên Kurdistanê li gel parêzgarên Îraqê jî hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime her du alî fêde ji ezmûna xwe di her warî de bistînin.

Serokê herêmê û şanda mêwan li ser dabezandina desthilatan bo yekeyên îdarî hemfikir bûn û tekez li ser pêdana derfetên zêdetir bi kerta taybet ya biyanî û navxweyî hate kirin daku bikaribin zêdetir di ware cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî de bibin xudan rol.
Top