• Tuesday, 02 July 2024
logo

Parlementerekî Iraqî: Her dolarek sibê bi 1450 dînarî tê firotin!

Gulan Media December 19, 2020 Nûçe
Parlementerekî Iraqî: Her dolarek sibê bi 1450 dînarî tê firotin!
Endamekî komîsyona darayî li parlementoya Iraqê dibêje, hedefa hikûmeta Iraqê ew e nirxa her dolarekî Amerîkî bigehîne 1500 dînarî!

Endamê komîsyona darayî li parlementoya Iraqê, Ebdulahdî Seidawî ragihandiye, serokê banka navendî ya Iraqê Mistefa Xalib ji komîsyona darayî re gotiye, roja yekşemê (sibê) dê nirxa her dolareka Amerîkî bigehînin 1450 dînarî.

Wî parlementerê Iraqî her wiha gotiye, dibe nirxa her dolareka Amerîkî bigihe nêzîkî 1600 dînarî jî.

Pisporên aborî dibêjin, hikûmeta Iraqê dixwaze bi vê yekê valahiya ku di bûdceyê de heye, tijî bike.

Basnews
Top