• Wednesday, 03 July 2024
logo

Yekitiya Mamostayan: Pilaneka baş bo werza duyem ya sala xwandinê hatiye danîn

Gulan Media December 19, 2020 Nûçe
Yekitiya Mamostayan: Pilaneka baş bo werza duyem ya sala xwandinê hatiye danîn
Serokê yekitiya mamostayên Kurdistanê dibêje, wezareta perwerde pilanek baş bo destpêkirina xwandin û perwerdê daniye.

Serokê yekitiya mamostayên Kurdistanê, Ehmed Germiyanî ji BasNewsê re got, îsal ji ber vîrusa Koronayê werzeka xwandinê derbas bû. Ji ber wê jî em niha hewl didin xwandin bi temamî pûç nebe û ew werza mayî, dest pê bike.

Ehmed Germiyanî her wiha got, li gorî amarên wezareta tenduristiyê, ev hefteyek e rêjeya belavbûna Koronayê bi awayekî berçav kêm bûye. Wezareta perwerdê ji me re daye zanîn ku wan pilaneka baş bo werza duyem ya xwandinê danîne. Vêca çi li nav dibistanan çi jî bi rengê elektironîk û online.

Berpirsê giştî yê dîwana wezareta tenduristiyê, dr. Xalis Qadir jî ji BasNewsê re got, emê raporta xwe li ser rewşa tenduristiyê pêşkêşî hikûmetê bikin û bidin diyarkirin ka dibistan vebin yan na.

Dr. Xalis Qadir her wiha got, em geşbîn in ku bi pêbendbûn bi şîretên tenduristiyê, bikaribin bi temamî ji Koronayê rizgar bibin û her tişt mîna berê normal bibe.

Basnews
Top