• Tuesday, 02 July 2024
logo

Îsal 34 hezar welatiyên Iraqê koçî derveyî welat kirine

Gulan Media December 19, 2020 Nûçe
Îsal 34 hezar welatiyên Iraqê koçî derveyî welat kirine
Dezgeha karûbarên koçberan amarên qurbaniyên koçberiyê yên îsal eşkere kir û behsa metirsiyên rêyê dike, da ku êdî welatî nebin qurbaniya wê rêyê.

Li gor amarên Dezgeha Lûtke ya Karûbarên Aware û Penaberan, tenê îsal tevî girtina rêyan, 34 hezar welatiyan ji Iraqê koç kirine.

Rêveberê Dezgeha Lûtke Arî Celal her dema ku agahiya windabûna welatiyan li ser rêya koçê û agahiya ne xweş dikeve destê wî, nizane çawa ji malbata wan kesan re bibêje.

Li gor amarên Dezgeha Lûtke, tenê di vê sala koronayê (2020) de, tevî girtina rêyan, 34 hezar welatiyan ji Iraqê koç kirine û ji vê hejmarê 35 kes bûne qurbanî û termên 18 kesan hatine dîtin, lê 17 kes hê jî çarenûsa wan ne diyar e.

K24
Top