• Wednesday, 03 July 2024
logo

Artêşa Tirkiyê baregehên hêzên pasevanên sînor yên Iraqê topbaran kir

Gulan Media December 19, 2020 Nûçe
Artêşa Tirkiyê baregehên hêzên pasevanên sînor yên Iraqê topbaran kir
navenda wan hêzan li nêzî Batîfayê ye.
Topxaneyên Artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Zaxoyê, hêzên pasevanî yên Iraqê topbaran kir.

Televîzyona K24 ragihand: “Artêşa Tirkiyê şevê din binkeyên Fewca 2 ya pasevaniya sînorî ya Iraqê li nêzîkî gundê Keşanê yê ser bi nahiya Batîfa topbaran kir.”

Li gorî raporta han, nêzîkî 31 gulleyên top li nêzîkî gundê Keşanê û 15 guleyên din jî li derdora komelgeha Batîfa ketine.

Ji ber hebûna binkeyên PKKê, Artêşa Tirkiyê bi awayekî berdewam deverên sînorî bombebaran dike, ji ber vê yekê jî çend var baregehên hêzên pasevaniya sînorî yên Iraqê, ketine ber bombebaranan û zirarên giyanî jî derketine holê.

Topbarankirina baregehên pasevaniya sînorî ya Iraqê ji aliyê topxaneyên Tirkiyê ve, di demekê de ye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja pêncşemê (17 Kanûna 2020) çûbû Tirkiyê û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kiribû.

Ji basnewsê hatiye wergirtin.
Top