HPG: 946 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, amarên şer, pevçûn, topbaran û bomberanên îsal yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê belav kirin.
Li gor daxuyaniya HPGê, di heyama 11 mehên sala 2020an de 946 serbazên artêşa Tirkiyê hatine kuştin û di êrişên Tirkiyê de jî 227 gerîlayan canê xwe ji dest dane.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ji ber êrişên Tirkiyê yên bo ser Başûrê Kurdistanê, 2 fermandarên Artêşa Iraqê û 24 hemwelatiyên sivîl canê xwe xwe ji dest dane ku di nav wan de 4 zarok û 2 jin jî hene.
HPG dide xuyakirin, ji sala 2017an ve 173 hemwelatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê di encama êrişên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha HPG amaje bi wê jî dike, hêzên wan îsal 393 çalakiyên serbazî encam dane ku piraniya wan çalakiyan li Başûrê Kurdistanê bûne û artêşa Tirkiyê jî 1275 operasyonên esmanî û 120 êrişên zemînî encam dane.
Amarên 11 mehên sala 2020 yên ku HPGê belav kirine;
Çile
Çalakiyên gerîla: 10
Operasyonên esmanî yên artêşa Tirkiyê: 42
Operasyonên bejahî yên artêşa Tirkiyê: 5
Sibat
Çalakiyên gerîla: 6
Operasyonên esmanî yên artêşa Tirkiyê: 61
Adar
Çalakiyên gerîla: 18
Operasyonên esmanî yên artêşa Tirkiyê: 78
Operasyonên bejahî yên artêşa Tirkiyê: 3
Nîsan
Çalakiyên gerîla: 25
Êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê: 61
Operasyonên bejayî yên artêşa Tirkiyê: 9
Gulan
Çalakiyên gerîla: 39
Êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê: 106
Operasyonên bejayî yên artêşa Tirkiyê: 22
Hezîran
Çalakiyên gerîla: 107
Êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê: 324
Operasyonên bejayî yên artêşa Tirkiyê: 17
Tîrmeh
Çalakiyên gerîla: 91
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirkiyê: 138
Operasyonên bejayî yên artêşa Tirkiyê: 17
Tebax
Çalakiyên gerîla: 42
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirkiyê: 125
Operasyonên bejayî yên artêşa Tirkiyê: 10
Îlon
Çalakiyên gerîla: 21
Êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê: 95
Operasyonên bejayî yên artêşa Tirkiyê: 21
Cotmeh
Çalakiyên gêrîla: 18
Operasyonên hewayî yên artêşa Tirkiyê: 155
Operasyonên bejayî yên artêşa Tirkiyê: 12
Mijdar
Çalakiyên gêrîla: 16
Operasyonên hewayî yên artêşa Tirkiyê: 72
Operasyonên bejayî yên artêşa Tirkiyê: 4
Li gor amarên HPGê belav kirine, di heyama 11 mehên 2020an de, bi giştî 946 serbazên Tirkiyê di encama 393 êrişên gerîlayên wan de hatine kuştin û li beramber jî di encama 1395 êrişên esmanî û bejayî yên artêşa Tirkiyê de 227 gerîlayan canê xwe ji dest dane.
Rudaw