YE: Me 6 milyar euro alîkarî ji bo penaberan dane Tirkiyê
Serokê Delegasyona Tirkiyê ya YE Balyoz Nikolaus Meyer Landrut ragihand ku pakêta alîkariyê ya bi qebareya 6 milyar Euroyan ji bo peaberan û welatê mazûvan bi temamî hatiye pêşkêşkirin.
Landrut dibêje, herdû aliyan jî qonaxeke girîng li pey xwe hiştin û divê êdî bala xwe bidin ser wê yekê ku penaber û civaka xwedî mal jî sûdê ji wan projeyan bibînin.
Delegasyona Tirkiyê û YE di daxuyaniyê de dibêje, 8 peymanên dawî jî hatine îmzekirin û ew jî dabînkirina pêwîstiyên serekî, xizmeta tendurustî, parastin, jêrxane, perwerde, damezirandin û geşeya aborî û civakî lixwe digre û qebareya wê 780 milyon Euro ne.
Peymana li ser penaberan dibêje, divê Tirkiyê wan penaberên ku derbasî giravên Yûnanê bûne paşde vegerîne û qebûl bike, tedbîrên pêwîst wergire ku berê xwe nedin Ewrûpayê û li hemberî vê jî wê jî YE barê Tirkiyê di aliyê aborî de sivik bike û 6 milyar euro alîkarî bide.
Lê ew 6 milyar euro, nakevin destê hikûmetê, wê yekser ji bo projeyan bêne terxankirin.
Rudaw