• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serokwezîrê Îraqê û Serokkomarê Tirkiyeyê civiyan

Gulan Media December 18, 2020 Nûçe
Serokwezîrê Îraqê û Serokkomarê Tirkiyeyê civiyan
dibêje emê berdewam bin li ser têkoşîna xwe ya hevbeş.
Serokwezîrê Îraqê îro serdana Tirkiyeyê kir.

Îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana Enqereyê kir û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan civiya.

Di civînê de her yek ji Erdogan û Kazimî behsa têkiliyên navbera Îraq û Tirkiyeyê, rewşa giştî ya deverê, rewşa Îraqê û çawetiya bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Îraqê kirine.

Piştî civînê de presskonferanseke hevbeş de Mistefa Kazimî diyar kir ku, Îraq dixwaze têkiliyên xwe li gel welatên cîran baştir bike û Îraq qebûl nake ku ti aliyek axa Îraqê bo êrîş kirine ser cîranên Îraqê bikar bîne.

Herwiha Kazimî behsa vê yekê kir ku di civînê de her du alî behsa hewldan bo nehêlana vîzeya wan du welatiyan bo welatiyên hev û du kirine.

Erdogan jî di heman presskonferanê de diyar kir ku emê bi hevre li dijî dijminên xwe yên hevbeş weke PKK û cemaeta Gulenê têkoşîna xwe ya hevbeş bidomînin.

Erdogan herwiha daxwaz ji Kazimî kir daku di şerê dijî PKKê de Îraq hevkariya me bike.

Rudaw
Top