• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serok Barzanî: Hêvî dikim cejna han bibe sedema aramiyê

Gulan Media December 18, 2020 Nûçe
Serok Barzanî: Hêvî dikim cejna han bibe sedema aramiyê
tekez li ser bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê dike.
Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir.

Bi minasebeta cejna ( Rojû) ya Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir ku ew jî tekesta peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Bi minasebeta cejna Rojû ya xuşik û birayên Êzidî pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan û tevahiya cîhanê dikim, hêvî dikim ew cejna han bibe sedema destpêkeke nû û aramî bo tevahiya xuşik û birayên Êzidî, nemana êş û azar û stem û karesta ku derheq bi Kurdên Êzidî hatine kirin.

Her bi vê minasebeta pîroz tekez li ser biratî, bihevre bûn, berfire kirina çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera tevahiya pêkhateyên olî û tenîkî yên Kurdistanê de dikim.

Cejna we pîroz be bimînin di nava xweşiyê de

Mesûd Barzanî

17/12/2020

Top