• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hevseroka MSDê bo Rûdawê: Rûsya fişarê li HSDê dike daku Eyn Îsa radest bike

Gulan Media December 18, 2020 Nûçe
Hevseroka MSDê bo Rûdawê: Rûsya fişarê li HSDê dike daku Eyn Îsa radest bike
Emîne Omer, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Rûdawê re ragihand, “Rûsya fişarê li HSDê dike da ku bajarokê Eyn Îsa radestî Şamê bike.”

Hevseroka MSDê têkildarî êrîşên nû yên artêşa Tirkiyê û komên çekdar di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, “Tirkiyê dixwaze navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê ji hev veqetîne û cuda bike” û asayîş û ewlekariya navçeyê têk bide.

Emîne Omer rexneyek tund li helwêsta Rûsyayê girt û diyar kir, “Rûsya ji êrîşên Tirkiyê li ser Eyn Îsa berpirs e”, ji ber ku bi gotina wê, ji erkê Rûsyayê ye ku bajarokê Eyn Îsayê ji gef û metirsiyên êrîşên Tirkiyê û komên çekdar biparêze.

Emîne Omer destnîşan jî kir, Rûsya erkê xwe ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê pêk nahîne.

Şeva bihorî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi berfirehî êrîşî bakurê Eyn Îsa li bakurê parêzgeha Reqayê kirine û piştî şer û pevçûnên giran li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), herdu gundên Cehbel û Muşêrfe li gundewarê Eyn Îsayê kontrol kirine.

Bajarokê Eyn Îsa dikeve başûrê Girê Spî û bakurê Reqayê û li ser rêya navbera parêzgeha Hesekê û Helebê ye û cihekî stratîjî ye.

Li gor hin çavkaniyên Rûsî, êrîş ji aliyê grûpa çekdar a ‘Ehrar el Şerqiye’ ve hatiye pêkanîn û di encama êrîşê de, wê koma çekdar a ser bi Tirkiyê ve herdu gundên Cehbel û Muşêrfe yên li ser rêya navdewletiya M4 kontrol kirine.

Çavkanî amaje bi wê yekê didin, ku artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir li gundên Ebû Xezre, Sellûm û Romane, li nêzîk rêya serekî ya navbera Heleb û Hesekê bicih kiriye.

Çavkaniyên meydanî li Rojavayê Kurdistanê behsa şer û pevçûnên giran li gundewarê Eyn Îsayê di navbera hêzên HSDê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve dikin.

Li gor zanyariyên ku wan çavkaniyan belav kirine, di encama şer û pevçûnan de ji her du aliyan bi kêmanî 11 kes hatine kuştin.

Berdevkê HSDê, Kîno Gabriyêl destpêka vê heftiyê ragihandibû ku Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê navçeyên zêdetir kontrol bike.

Rudaw
Top