• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Rojavayê Kurdistanê şerekî giran destpê kir

Gulan Media December 18, 2020 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê şerekî giran destpê kir
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar şeva bihorî li bakurê bajarokê Eyn Îsa êrîşeke berfireh bo ser binkeyên Hêzên Sûriya Demokratîk destpê kirin û du gund kontrol kirin.

Nûçegihana Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Vîviyan Fetah ragihand, ku şeva borî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi berfirehî êrîşî bakurê Eyn Îsa li bakurê parêzgeha Reqayê kirin û piştî şer û pevçûnên giran li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), herdu gundên Cehbel û Muşêrfe li gundewarê Eyn Îsayê kontrol kirin.

Bajarokê Eyn Îsa dikeve başûrê Girê Spî û bakurê Reqayê û li ser rêya navbera parêzgeha Hesekê û Helebê ye û cihekî stratîjî ye.

Li gor hin çavkaniyên Rûsî, êrîş ji aliyê grûpa çekdar a Ehrar el Şerqiye ve hatiye pêkanîn û di encama êrîşê de, wê koma çekdar a ser bi Tirkiyê ve herdu gundên Cehbel û Muşêrfe yên li ser rêya navdewletiya M4 kontrol kirine.

Çavkanî amaje bi wê yekê didin, ku artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir li gundên Ebû Xerze, Sellûm û Romane, li nêzîk rêya serekî ya navbera Heleb û Hesekê bicih kiriye.

Çavkaniyên meydanî li Rojavayê Kurdistanê behsa şer û pevçûnên giran li gundewarê Eyn Îsayê di navbera hêzên HSDê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve dikin.

Li gor zanyariyên ku wan çavkaniyan belav kirine, di encama şer û pevçûnan de ji her du aliyan bi kêmanî 11 kes hatine kuştin.

Berdevkê HSDê, Kîno Gabriyêl destpêka vê heftiyê ragihandibû ku Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê navçeyên zêdetir kontrol bike.

Rudaw
Top