Nêçîrvan Barzanî Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û soz da wan
![Nêçîrvan Barzanî Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û soz da wan](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/553423Image1.jpg )
Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyama xwe de Cejna Rojiyê li “Mîrê Êzdiyan û Babê Şêx û Civata Rûhanî û hemû xûşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her dereke cîhanê û bi taybetî jî li malbat û kesukarên qurbanî yên Êzidî yên destê terorê”, pîroz dike.
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Hêvîdarim ev cejn û cejnên bên, aramiyê ligel xwe bînin û dûmahiya hemû nexweşiyan bin, jiyan û avedanî vegere war û cihên Êzdiyan û hemû derên ji ber şerê terorê ziyan dîtî û awareyên wargehan vegerin ser mal û gund û bajarên xwe yên tena û avadankirî.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, ew dê li ser hewldanên xwe bo alîkariya Kurdên Êzidîşdestnîşan dike, “Careke din jî hemû Êzdiyan piştrast dikim ku hindî xûşk û birayekê me yê Êzidî wenda, revandî û bêserûşûn mabe, em dê li ser hewlên xwe yên rizgarkirin û vegerandin û eşkerekirina çarenivîsê wan berdewam bin.”
Di beşeke din a peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî ragihandiye, “herwiha jî em dê hemû hewlan bidin û berdewam dê kar bikin daku kultura pêkvejiyanê û hevqebûlkirina pêkhateyên olî û netewî li Kurdistanê parastî be û bê berfirehkirin û Kurdistan her bimînît welatê hemû pêkhateyan.”
Rudaw