Parlamenterê berê yê YNKê: PKK hesabê bo YNKê nake û tişta dixwest li Silêmanî kir
![Parlamenterê berê yê YNKê: PKK hesabê bo YNKê nake û tişta dixwest li Silêmanî kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/187048d7c3a2b361151e3100aa863243_L.jpg )
Di dema borî de û di heyama wan kiryarên têkderiyê û binpê kirinên bi navê xwepêşandan li Silêmaniyê hatin kirin de gelek rêveber, parlamenter û berpirsên YNKê aşkera kirin ku PKK roleke rasterast di araste kirina xelkê de bo karê têkdan û êrîş kirin û şewitandina binkeyên partiyan û hikûmetê de hebûye.
Parlamenterê berê yê YNKê Faruq Kerîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewş ji dest derketiye û PKKê tişta dixwest li Silêmaniyê kir.’’
Herwaha got: ‘’Em aşkera biaxivin, naha YNK nikare ji wan re bibêje derkevin jî, ji ber rêveberiya PKKê hesabê bo YNKê nake û YNK li gel wan êdî ne ti tişt e.’’
Parlamenterê berê yê YNKê aşkera kir, nav malbatên YNKyiyan û ew kesên ku berê li gel YNKê de kar kirine, PKKê karî wan rêxistin bike û endam û alîgirên xwe zêde bike û got: ‘’Vê Çemçemalê gelek kes kirine endam û bikartînin. YNK dê li hember kî raweste? Ji malbatên YNKyiyan û li malên YNKê endam û alîgirên PKKê çêbûne û ma tu wan nakujî?’’
Faruq Kerîm dibêje rewş di encama siyaseta xwe radest kirina bi PKKê û ji ber xirab birêvebirinê xelk diçe gel PKKê.
Basnews