• Tuesday, 02 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Nabe hevkariyên Hevpeymanan dijî Kurdistanê werin bikaranîn

Gulan Media December 17, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Nabe hevkariyên Hevpeymanan dijî Kurdistanê werin bikaranîn
dibêje êrîşên wisa zirarê mezin didin asayîşa deverê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa komeke çekdarên ser bi PKKê bo ser hêzên pêşmerge daxuyaniyek belav kir ku naveroka daxuyaniyê wisaye;

Şeva derbasbûyî komek ji çekdarên PKK hewl dane bi awayeke derqanûnî û qaçax ji Sûriyeyê derbasî nava xaka herêma Kurdistanê bibin, ew yek jî beruvajî qanûn û yasayên me û qanûnên parastina sînoran e, jiber vê çendê hêzên ewlekarî pêşiya wan girtine.

Pişt re hêzeke zêdetir ya YPG bi çekên giran êrîşî ser xaleke hêzên pêşmerge kirine û hêzên pêşmerge jî dem li dest bersifa wan dane û êrîş hatiye têkbirin.

Bi tundtirîn awayî ew êrîşa han yaku binpê kirineke eşkere û qanûnî ya xaka herêma Kurdistanê û desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê ye, şermezar dikim.

Daxwaz ji dost û hevbeşên me ji hevpeymaniya navnetewî dikim daku dilniyayî bidin ku YPG êrîş û destdirêjiyên wisa dubare neke û rê nedin ku hevkariyên welatên din bo êrîş kirine ser xaka herêma Kurdistanê werin bikaranîn, bê goman dubare bûna her cure êrîşeke bi wisa zirarên gelek mezin digehîne ewlekariya deverê.

Stayîşa pêşmergeyên qehreman jî dikim ku her roj jiyana xwe bo parastin û selametiya me dixin metirsiyê.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

16/12/2020
Top