Biryarên Amerîkayê parlamentoya Tirkiye şarand
![Biryarên Amerîkayê parlamentoya Tirkiye şarand](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/676787.jpg )
Akbaşoglu dibêje, "Ligel ku Yewnanîstan jî yek ji endamên NATOyê ye û wan jî S-300 bikaranîne lê heta li hember wan hîç tiştek nehatiye gotin. Niha ev helwesta li hemberî me nîşan didin bi rastî jî ne tu helwest e. Herwiha di warê biryarên netewî de sekna opozîsyonê jî gelekî girîng e. CHP di daxwuyaniyên xwe de dibêje 'heger ew desthilatê bi destbixin dê S-400an bikarneynin. Balkêşe ku piştî van daxwuyaniyan Amerîkayê dorpêçên bo S-400an ragihand. Gelo li gorî we jî ev yek ne balkêş e? Lê belê bo me hîç girîngiyeke van biryaran nîn e."
Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Dîplomat û Endamê Lijneya Karên Derve Ahmet Unal Çevîkoz jî biryara dorpêçên Amerîkayê wekî kudetayekê bi nav kir û got: Her çi dibe bila bibe pêwendiyên navbera herdu welatan de bi rêya dîyalog û dîplomasiyê cardin bê xurt kirin.
Çevikoz van biryaran wekî neheqî dinirxîne û dibêje, "Ev biryara dorpêçan ya ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye ragirtin, biryareke yek alî ye. Neheqî ye û em vê biryarê şermezar dikin. Di vir de tiştê girîng dahatûya pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê ne. Ev biryar bo Tirkiyê biryareke bê rêziyê ye û neheqîyeke mezin e. Divê em bi awayekî netewî li hember van biryaran rawestin. Herwiha ev dorpêç dê ziyanên mezin bide pêwendiyên navbera me de. Taybet van dawiyan pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê ji rêbazên dîplomatîk dûrketine. Divê di zûtirîn dem de ev pêwendî dîsa bên e saz kirin û bi rêya dîyalogê dîplomasî bê xurt kirin."
Herwiha biryara dorpêçê ya betalkirina lisansa Hinardeya Wezareta Bergiriya Sinaî ya Tirkiyê û astengkirina wegirtina krediye ya ji saziyên navdewletî li parlamentoyê ji aliyê partiyên ku xwedî kom ve hat şermezarkirin. Ji partiyan bi tenê HDPê beşdarî vê karvedanê nebû.
K24