• Tuesday, 02 July 2024
logo

Pêşmerge û YPG kom bûn û 6 gerîla hatin azadkirin

Gulan Media December 17, 2020 Nûçe
Pêşmerge û YPG kom bûn û 6 gerîla hatin azadkirin
Nûnerên Pêşmerge û YPGê îro civiyan û di encamê de 6 gerîlayên ketibûn destê Hêzên Pêşmerge hatin azadkirin.

Fermandarê Pêşmerge Êdîs Şeban ji Rûdawê re ragihand, nûnerên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Sihêla civînek pêk anîn û di encamê de 6 gerîlayên PKKê ku îro ketibûn destê Pêşmerge hatin azadkirin.

Fermandarê Pêşmerge Eqîd Êdîs Şeban, aşkere kir ku ew 6 gerîlayên hatine azadkirin, derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Li gor daxuyaniyeke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, “Şeva borî grûpeke çekdarên YPGê hewl dane bi şêweyekî neyasayî ji Sûriyê derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin, ev jî berevajî rênima û yasayên me û yasayên parastina sînor e, lewma ji aliyê hêzên emnî ve rêgirî li wan hatiye kirin.”

Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de tê gotin, piştî wê yekê hêzeke zêdetir a YPGê, bi çekên giran êriş kirine ser binkeyeke Pêşmerge û Hêzên Pêşmerge jî demildest bersiva wan daye û êrişa YPGê têk birine.

Medyayên nêzîkî YPGê jî ji zarê çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandin, ku YPG red dike êrîşî Hêzên Pêşmerge kiribe û diyar jî kirine ku YPG dê li ser mijarê daxuyaniyeke fermî belav bike.

Nêzikî 2 meh e li Herêma Kurdistanê alozî di navbera Pêşmerge û PKKê de zêde bûne, heta niha 6 caran şer di navbera aliyan de pêk hatiye û di encamê de 2 Pêşmerge şehîd bûne û 4 Pêşmerge jî birîndar bûne. Herî dawîn jî şeva derbasbûyî li Sihêla şer di navbera aliyan de rû da.

Rudaw
Top