• Tuesday, 02 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Ev ala Pêşewa Qazî radestî serokê nemir Mistafa Barzanî kiriye

Gulan Media December 17, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Ev ala Pêşewa Qazî radestî serokê nemir Mistafa Barzanî kiriye
Îro bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêûresma Ala Kurdistanê birêve çû.

Rêûresm demjimêr 09:30 li Fermangeha Zêrevanî ya Hewlêrê pêk hat.

Axaftina Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Bi navê xwedayê mezin û mihriban, beyanî baş!

Roja ala li we birêz, hemû Pêşmergeyên qehreman û hemû xelkê Kurdistan pîroz be.

Ev ala, hêma sembol, xebat, qûrbanîdan û pênaseya niştimanî ya gelê me ye. Ev ala bûye bergê dawîn yê bi hezaran şehîdan. Ev ala demekê ji aliyê Pêşewa Qazî radestî serokê me yê nemir Mistafa Barzanî kiriye. Piştre li ser lûtkeyê hemû çiyayên Kurdistanê hatiya hilkirin û berzkirin.

Li jêr serkirdayetî û rêbereyatî Serok Barzanî her ev ala li koşk û kelar û peytexta welatên dinya hatiye bilindkirin û rêz lê hatiye girtin.

Ev ala hêmayê neteweyî û niştimanî yê me hemûyan e. Hêmayê pêkvejiyana ayînî û neteweyî ya hemû xelkê Kurdistanê ye. Ev ala bûye hêmayek ji bo pênasekirina pêkvejiyana gelan li Kurdistan. Û bûye hêmayek ji bo hemû ew azadîxwazên penayê xwe anîne ber Kurdistan. Ji ber ku Kurdistan wekî axa pêkvejiyan û aşitî û azadî dizanîn.

Li ser me hemûyan erk û pêwist e, em vê alayê bilind bikin. Û nehêlin bi çi rengî mezinahiya neteweyê me bişkê.

Ji nifşên dahatû û ciwanên me ev e, bizanin ji bo vê alayê, ji bo mezinahiya neteweyê me me çend qûrbanî dane. Mezinahiya neteweyê me ne bi pareyan tê kirîn, ne tê firotin. Mezinahiyeke bi xwîna hezaran şehîdan pêk hatiye.

Ez li vir destxweşiyê li we hemû Pêşmergeyên qehremanan dikim û destê dayika wan hemû şehîdan maç dikim. Ku ji bo bilindkirina vê alayê xebateke bêheval kirine û gelek qûrbanî dane.

Şanaziyê bixwe dikin ku em li jêrî siya vê alayê bi berdewamî xizmeta gel û niştimanê xwe bikin. Dawa li hemû aliyên siyasî, hemû bîr û boçûnên cûda yên Kurdistanê dikim ku li jêr siya vê alayê bi hev re, em destkeftiyên xwe biparêzin û xebatê bikin ji bo pêkanîna jiyaneke baştir û bextewartir. Ji bo hemû gel û neteweyên li Kurdistanê dijîn.

Spasiya xweragiriya we dikim, destxweşiyê li we dikim. Înşalleh her serkeftî û selamet bin. Alaya berz ya Kurdistanê berz û bilind be. Gelek spas."

K24
Top