• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hewlêr…Bi amadebûna Hêzên Hevpeymana Navnetewî ve roja Ala Kurdistanê hat pîroz kirin

Gulan Media December 17, 2020 Nûçe
Hewlêr…Bi amadebûna Hêzên Hevpeymana Navnetewî ve roja Ala Kurdistanê hat pîroz kirin
Îro 17.12.2020ê li dîwana wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna Hêzên Hevpeymana Navnetewî ve salvegera roja Ala Kurdistanê hate pîroz kirin.

Destpêkê marşa netewî ya Ey Reqîb hat xwendin û koma mûzîkê ya leşkerî merasîm da destpê kirin û yekîneya leşkerî Ala Kurdistanê bi awayekî bi rûmet bilind kir.

Piştre wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl di gotarekî de ragehand: ‘’Ev al nîşaneya serbilindî ya hemû takên netewa me ye û nîşaneya canfedayiya temamê şehîdên me ye ji ber wê parastin û bilind rakirina wê alê erkê me hemûyan e.’’

Wezîrê Pêşmerge got: ‘’Herêma Kurdistanê di bin vê alê de xwedî serweriya xwe ye û ti demekî tewîzê li ser mafên xwe nade.’’

Basnews
Top