• Wednesday, 03 July 2024
logo

Kazimî derbarê êrişa YPGê de ferman da Wezareta Derve

Gulan Media December 17, 2020 Nûçe
Kazimî derbarê êrişa YPGê de ferman da Wezareta Derve
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê êrişa li Sihêla-Fîşxabûr ferman da Wezareta Derve ku ji bo dûbarenebûna wan êrişan “rêkarên dîplomatîk ên pêwîst bigire.”

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi serpereştiya Mistefa Kazimî kom bû û di civînê de behsa aloziyên di navbera Pêşmerge û YPGê de hat kirin.

Nivîsingeha Ragihandina Serokatiya Encûmena Wezîran derbarê naveroka 29emîn civînê de amaje bi bûyera şeva derbasbûyî ya li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje, “Li navçeya Sihêla-Fîşxabûr hêzên me rûbirûyê êrişekê bûne, di dema çekdarên nav axa Sûriyê hewla topbaran sînorên me û cihên Hêzên Pêşmerge û Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê dan, bo ku karê qaçaxiyê bi çek û mirovan bikin”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, bersivdayîna Pêşmerge ya bi piştevaniya hêzên federalî yên parastina sînor bi qehremanî binav dike û bilind dinirxîne. Tê gotin jî Kazimî, “ferman bi Wezareta Derve da bi rêya kenalên dîplomasî hemû core rêkarên pêwîst ên yasayî li beramber wan êrişan bigire bo rêgirîkirina li dûbarebûna wan core binpêkirinan.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn îro di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, ku demjimêr 01:00ê şeva bihorî li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê şerek di navbera Hêzên Pêşmerge û komeke çekdarên PKKê de derket, ku dixwestin bi “qaçaxî û bi awayekê neyasayî derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin.”

Serbest Lezgîn herwiha diyar kir, hêzên YPGê jî ji nav axa Rojavayê Kurdistanê ve êrîş kirine û hewl dane dest bi ser xaleke Pêşmerge de bigirin.

Medyayên nêzîkî YPGê jî ji zarê çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandin, ku YPG red dike êrîşî Hêzên Pêşmerge kiribe û diyar jî kirine ku YPGê li ser mijarê daxuyaniyeke fermî belav bike.

Serokwezîrê Herêman Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de ragihand, “Ez bi tundturîn şêwe vê êrişê şermezar dikim ku binpêkirineke aşkere û yasaya axa Herêma Kurdistan û desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, “Ez daxwaz ji dost û hevbeşên me yên li Hevpeymaniya Navdewletî dikim, piştrast bikin ku YPG wan core destdirêjiyan dûbare nake û rê jî nedin alîkariya welatên biyanî bo êrişkirina ser axa Herêma Kurdistanê bikar bînin.”

Rudaw
Top