• Tuesday, 02 July 2024
logo

Îro roja Ala Kurdistanê ye

Gulan Media December 17, 2020 Nûçe
Îro roja Ala Kurdistanê ye
Îro roja Ala Kurdistanê ye û bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li baregeha Civata Wezîran li Hewlêrê, merasima taybet bi Ala Kurdistanê tê lidarxistin. Li bajar û bajarokên din ên Kurdistanê jî bi merasimên cor bi cor roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin.

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2009ê biryar da, ku êdî her sal roja 17ê Kanûnê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin. Ji wê demê ve heta niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê, lê belê li tevahiya Kurdistana mezin û li cîhanê ev roj ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin.

Li Başûrê Kurdistanê di roja Ala Kurdistanê de, hemû bajar û bajarok bi ala rengîn tên xemilandin û li hemû bajaran çalakiyên cor bi cor tên lidarxistin.

Îro li Hewlêra paytext, bi boneya Roja Ala Kurdistanê çendîn merasimên fermî hatin sazkirin.

Li baregeha Encûmena Wezîran bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasimek hat lidarxistin, ku tê de sirûda netewî ya “Ey Reqîb” hat xwandin û piştre bi awayê sembolîk Ala Kurdistanê li ber deriyê Encûmena Wezîran hat bilindkirin.

Di merasimê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî axavtinek kir û têde tekezî li ser parastina nirxên netewî yên Kurd û Kurdistanê û bi taybet Ala Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî ragihand, “Pêwîst e em Ala Kurdistanê hertim hildin û xwedî lê derkevin û nabe nirxên me yên niştimanî û netewî di jêr ti hincetekê de bên şikandin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê jî kir û got: “Daxwaz ji hemû aliyên siyasî û nêrînên cuda dikim, em di jêr siya Ala Kurdistanê de û bi hev re berevaniyê li destkeftên xwe bikin.”






Ala Kurdistanê, bo yekemîn car 74 sal berî niha di 17ê Kanûna 1945 de li ser banê Komara Kurdistanê û ji aliyê yekemîn Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve li paytexta komarê bajarê Mihabadê hat bilindkirin.

Lê Ala Kurdistanê di heyama salên 1927-30 de jî ji aliyê Rêberê Serhildana Agirî, Ihsan Nûrî Paşa ve jî hatibû bilindkirin.

Newşîrwan Mistefa di pirtûka xwe ya bi navê Hikûmeta Kurdistanê; ‘Kurd di lîstika Yekîtiya Sovyetê de’, derbarê dîrok û roja bilindkirina Ala Kurdistanê de dibêje, “Di 26ê Sermaweza sala 1324 koçî ya rojî ku dike 16ê Kanûna 1945an, Kurdên parêzgeha Urmiyê bajarê Mihabadê ji bin desthilata hikûmeta wê demê ya Îranê derxistin, ala Îranê anîn xwarê û Ala Kurdistanê li cihê wê bilind kirin. Paşê jî li Nexede, Bokan û gelek cihên din Ala Kurdistanê hat bilindkirin. Deh roj li pey wê re û demjimêr 10ê sibehî di merasimeke pir bi kêfxweşî de û bi amadebûna Pêşewa Qazî Mihemed û nêzîkî 10 hezar kesan, Ala Kurdistanê bi awayekê fermî li bajarê Mihabadê hat bilindkirin.”

Temenê Komara Kurdistanê ya bi paytextiya Mihabadê kurt bû, lê parastina Ala Kurdistanê wek nirxekî netewî û hildana wê hertim li cem Kurdan û serkirdeyên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê wek tiştekî pîroz ma.

Serok Mesûd Barzanî jî derbarê Ala Kurdistanê de dibêje: “Ez ji bo serxwebûna Kurdistanê û di yekemîn Komara Kurdistanê de li Mihabadê û di bin siya Ala Kurdistanê de ji dayik bûm û dixwazim di bin siya Ala Kurdistaneke serbixwe de bimrim.”

Roja 6ê Cotmeha 2017an termê Celal Talebanî, Serokomarê Iraqê yê pêştir di demekê de ku bi Ala Kurdistanê hatibû pêçandin, bi firokeyeke taybet ji Almanya bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.

Berê jî li hemû sazî û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê Ala Kurdistanê dihate bilindkirin. Lê Serokatiya Herêma Kurdistanê, di sala 2006ê de bi fermana jimare 60, bi awayeke fermî biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li hemû sazî û dezgehên hikûmî derxist.

Parlamentoya Kurdistanê jî di sala 2009ê biryar da êdî her sal roja 17ê Kanûnê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin.

Ji wê demê ve heta niha tenê ne li Başûrê Kurdistanê lê li tevahiya Kurdistana mezin û cîhanê ev roj tê pîrozkirin.

Ala Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Di navendê de jî roj heye. Li jor rengê xwe sor e, navîn spî û jêr jî kesk e. Roja nav alê bi 21 tîrejên wek hev hatiye xemilandin.

Rengê sor şoreş, xwîn, hêz û yeksaniyê temsîll dike. Rengê zer, ronahî, tirêjên rojê û hişyarî, rengê spî, aştî û aramiyê, rengê kesk jî welat, parastin û ciwaniyê temsîl dike.

Rudaw
Top