• Wednesday, 03 July 2024
logo

Babekir Zêbarî: Ji bilî malwêraniyê ti xêra PKKê bo kurdan nebûye

Gulan Media December 17, 2020 Nûçe
Babekir Zêbarî: Ji bilî malwêraniyê ti xêra PKKê bo kurdan nebûye
Fermandeyekî pilebilind yê Pêşmerge dibêje, ji bilî malwêraniyê ti xêra PKKê bo kurdan nebûye.

Fermandeyê Pêşmerge li eniya rojava ya çemê Dîcle, Babekir Zêbarî ji BasNewsê re got, PKKê ti rojekî xêr û xoşiya Kurdistanê nexwastiye, niha jî dixwaze aramiya Kurdistanê xirab bike.

Babekir Zêbarî her wiha got, PKKê sala 1984 dest bi şerê çekdarî kiriye û ji wê demê ve heta niha ji bilî malwêraniyê ti xêra wê bo kurdan nebûye.

Wî fermandeyê Pêşmerge li ser daxuyaniya fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî, ku piştevaniya êrişên PKKê li dijî Pêşmerge kiribû, got, gelo Mezlûm Kobanî qebûl dike ez bi rêbendên wan re derbas bibim û nerawestim?!

Basnews
Top