• Tuesday, 02 July 2024
logo

Kerkûk – Erebên hawirde li gundê Pelkane dest bi dizî û şewitandina malên kurdan kirin!

Gulan Media December 17, 2020 Nûçe
Kerkûk – Erebên hawirde li gundê Pelkane dest bi dizî û şewitandina malên kurdan kirin!
Erebên hawirde piştî dagîrkirina xaniyên kurdan li gundê Pelkane yê Kerkûkê, dest bi dizî û şewitandina malên wan kirin.

Berpirsê karûbarên PDKê li bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, Cewad Mihemed ji BasNewsê re got, erebên hawirde yên ku çûne nav xaniyên kurdan li gundê Pelkane, dest bi şewitandina malên kurdan kirine. Li hinek malan jî dizî kirine. Li ser deriyê hinek malan jî bi rengê sor pîta “x” kişandine! Yanê divê ew xanî were valakirin.

Cewad Mihemed her wiha got, erebên hawirde niha nasname û forma xwe ya xorakê jî vediguhezin Kerkûkê. Ev jî erebkirineka metirsîdar e. Bi rêka rêveberiya çandiniyê re jî dixwazin zevî û erdên kurdan zeft bikin.

Zêdetirî 3 salan e erebên hawirde êrişî gundên nahiya Sergeran ya Dûbizê dikin û dixwazin gund, erd û zeviyên kurdan dagîr û zeft bikin.

Herî dawî bi alîkariya hêzên Iraqî û Heşda Şeibî, ketin gundê Pelkane û xaniyên kurdan zeft kirin.

Basnews
Top