• Wednesday, 03 July 2024
logo

DMME biryara xwe ya derbarê Demîrtaş de eşkere dike

Gulan Media December 16, 2020 Nûçe
DMME biryara xwe ya derbarê Demîrtaş de eşkere dike
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dema biryara xwe ya di derbarê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku 4 sal e li Edîrneyê di girtîgehê de ye eşkere kir.

Parêzerê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, Mahsunî Karaman li ser hesabê xwe yê medyaya civakî biryara dîroka Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropayê wiha belav kir, “ Biryara Demîrtaş/Tirkiyê ya ku em bi meraq û kelecan li bendê ne, dê ji aliyê Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve di 22yê Kanûna 2020an de bê eşkerekirin.”

Parêzer Mahsuni Karaman li sert pirseke di derbarê naveroka biryarê de jî wiha got: “Gava pêwîst dibe em bersiv didin. Bi rastî beriya ku em biryarê nebînin li ser encamê naxwzin tiştek spekulatîf bêjin. Em li bendê ne ku ev biyrar ji biryara yekem tundtir be. Derketina biryarek a di vî warî de divê Tirkiye pê pabend be. Ku dê pabend be jî.”

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê biyara ji bo Selahadttîn Demîrtaş serbest bê berdan, şandibû Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê.

Rudaw
Top