• Wednesday, 03 July 2024
logo

Qaymeqamê berê yê Xaneqînê bi du sal zîndan hat mehkûmkirin

Gulan Media December 16, 2020 Nûçe
Qaymeqamê berê yê Xaneqînê bi du sal zîndan hat mehkûmkirin
Qaymeqamê berê yê bajarê Xaneqînê bi du sal zîndan hat mehkûmkirin.

Berpirsê polîsê Xaneqînê, Diyar Şewket ji BasNewsê re got, îro dadgeha Kerkûk/Germiyanê sizayê du sal zîndan da qaymeqamê berê yê Xaneqînê, Mihemed Mela Hesen.

Diyar Şewket her wiha got, di fermana dadgehê de hatiye gotin ku qaymeqamê berê yê Xaneqînê hêsankarî kiriye bo zeftkirina milkên giştî û bi xwe jî şirîkê wê yekê bûye.

Wî efserê polîs da zanîn, qaymeqamê berê yê Xaneqînê dê sizayê xwe li bajarê Silêmaniyê bikşîne.

Mihemed Mela Hesen 17 salan li ser pişka YNKê qaymeqamtiya Xaneqîn kir. Destpêka îsal xanenişîn bû û li şûna wî jî Dilêr Hesen Saye bû qaymeqamê Xaneqînê.

Basnews
Top