• Tuesday, 02 July 2024
logo

Grûpeke nenas êrişî ofîsa ENKSê kirin

Gulan Media December 16, 2020 Nûçe
Grûpeke nenas êrişî ofîsa ENKSê kirin
Li Bajarê Dirbêsiyê yê Cezîra Rojavayê Kurdistanê grûpeke nenas êrîşa ofîsa xwecehî ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Serokê Xwecehiya ENKSê Îdrîs Şêx Xelef ji Rûdawê re ragihand ku Duşemê 14ê Kanûna 2020an seat 00:30 grûpeke nenas êrîşî ofîsa xwecehî ya ENKSê li bajarê Dirbêsiyê kirin û gulebaran kirin.

Îdrîs Şêx Xelef diyar kir, ku di dema gulebarankirina ofîsa wan de, ew ofîs girtî bû û tenê ziyana madî gihande wê.

Îdrîs Şêx Xelef got, grûpeke têkder ew êrîşê pêk aniye, lê ewê li ser hewlên xwe yên diyaloga Kurdî berdewam bikin.

Piştî êrîşa li ser ofîsa xwecehiya ENKSê li Dirbêsiyê, çend kesên nenas molotof avêtin otomobîla Cîgirê Serokê ENKSê li Dirbêsiyê Eşeref Mela, lê ziyan çênebû.

ENKS li ser bûyerê civiya

Her îro rêveberiya giştî ya ENKSê li bajarê Qamişlo civiya û êrîşên li ser ofîsên xwe ji aliyê kesên nenas ve gotûbêj kir.

ENKSê ragihand, ku grûpeke çekdar êrîşî ofîsa wan ya li Dirbêsiyê kirin û dane ber guleyan û hewl jî dan otombêla cîgirê serokê xwecehiya ENKSê li wî bajarî bişewitînin.

Herweha grûpeke din bi molotofan êrîşî navenda PDK-Sê ya rojavayê Qamişlo kirin û berî du rojan jî êrîşî ofîsa Yekîtiya Kurdistanî li Amûdê kirin û ala Kurdistanê Kurdistanê anîn xwarê.

Herweha ENKSê tekez kir, ku mebesta van binpêkirinan têkbirina danûstandinan ne.

Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê êrîşên li ser ofîsên xwe şermezar kir û aliyên emnî jî weke berpirsyar dazanîn.


Rudaw
Top