YPGê bersiva Wezareta Pêşmerge da
![YPGê bersiva Wezareta Pêşmerge da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/553112Image1.jpg )
Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn îro di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, ku demjimêr 01:00ê şeva bihorî li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê şerek di navbera Hêzên Pêşmerge û komeke çekdarên PKKê de derket, ku dixwestin bi “qaçaxî û bi awayekê neyasayî derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin.”
Serbest Lezgîn herwiha diyar kir, hêzên YPGê jî ji nav axa Rojavayê Kurdistanê ve êrîş kirine û hewl dane dest bi ser xaleke Pêşmerge de bigirin û got, “Piştî çend demjimêran diyar e hêzeke YPGê di nava Sûriyê de xwe organîze kir û di demjimêr 4ê Sibehê de êrîşî ser xaleke Pêşmerge kir li vê deverê, êrîşeke hovane bi hemû çekên giran, BKC û 22 mm û RPG, zêdetir ji demjimêrek û nîvan şer berdewam kir.”
Li ser daxuyaniya Birîkarê Wezareta Pêşmerge, medyaya nêzîkî YPGê ragihandiye, “çavkaniyên YPGê diyar kirin ku îdîayên Lezgîn dûrî rastiyê ne.”
Tevê vê helwêsta ku li ser navê YPGê di medyaya nêzîkî wê de hatiye belavkirin, heta niha ne Fermandariya YPGê û ne jî ti berpirsekî pilebilind ê wê hêzê bi awayekê fermî daxuyanî li ser mijarê nedane.
Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn bûyera şeva bihorî ya li ser sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, “tev alî vê yekê dizanin hêzên YPGê di jêr araste û rasparde û fermana serkirdayetiya PKKê de kar dikin, ku mixabin Hevpeymaniya Navdewletî çend sal e li ser navê şerê DAIŞê hevkariya serbazî pêşkêşî wan dike û çek dide wan.”
Serbest Lezgîn herwiha daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kir ku li ser bûyera şeva bihorî ya li Sihêla bêdeng nemînin, helwesta xwe ragihînin û vê bûyerê bi tundî şermezar bikin. Serbest Lezgîn got: “Bi rastî jî nayê qebûlkirin hêzên YPGê li nav Sûriyê bi vî awayî êrîş bikin ser Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge.”
Rudaw