• Tuesday, 02 July 2024
logo

Dr. Mîranî: Ji kurdan re şermek e mezin e

Gulan Media December 16, 2020 Nûçe
Dr. Mîranî: Ji kurdan re şermek e mezin e
Ji zanistgeha Duhokê Dr. Elî Mîranî êrişên PKK yên li ser Herêma Kurdistanê niğrxand û got, "Ev ji bo kurdan şermeke mezin e. Serê şeran şirîne, binê şeran tal e. Yê tifinga wî li dijî birayê wî be, ne birayê xwe dikuje xwe dikuje! "

Mîranî beşdarî beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û got, "Ev êriş li gor bernameyeke navneweyî û mezin pêk tên. Heya niha Kurdistanê xwe li pêş pêlên mezin girtiye û dê li hembervê jî bi serkeftî rawest e."

Her wiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê 35 salan e li ser piyan e, nabe rêxistinek xwe bedîlê vê azmûnê bibîne.

Sebaret bi dirûşmên pkk yêm wekî "biratiya gelan" de got, "Kurd jî wek tirk û ereb û farisan gel in. Divê PKK rêzê ji 6 milyon kurdên Herêma Kurdistanê re jî bigre."

K24
Top