• Tuesday, 02 July 2024
logo

Kerkûkî: Dixwazên xaka Kurd dagîr bikin

Gulan Media December 16, 2020 Nûçe
Kerkûkî: Dixwazên xaka Kurd dagîr bikin
dibêje fermandarê hêzê han ji aliyê dadgehên Kurdistanê ve hatiye vexwandin.
Dibêje Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê kar bo dagîr kirina xaka Kurdan dike.

Endamê civata Serokatiya Partiya demokrata Kurdistanê ya Kerkûkê Kemal Kerkûkî derbarê bûyerên li deverê bi taybetî li derdorê gundê Pilekane ragihand ku Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê hewl bo vê yekê dide daku axa Kurdan dagîr bike, Kurd ji ser axa xwe der bixe û erebên hawirde di şûna wan de bicîh bike.

Kemal Kerkûkî herwiha diyar kir ku bi fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê heta niha bi hezaran donim zeviyên Kurdan hatine dagîrkirin û radestî erebên hawirde hatine kirin.

Derbarê damezrandina hêzek bi navê heşda şebî ya Kurdî li deverê, Kerkûkî anî ziman ku ew kesê ku ew hêza han damezrandiye, kesêke ku li Kurdistanê doz li hatiye vekirin û ji aliyê dadgehê ve hatiye vexwandin û di bin re têkilî li gel hin aliyên din daniye.
Top