• Wednesday, 03 July 2024
logo

Ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nêzîkî hezar xanî bo xelkê Şengalê dê werin avakirin

Gulan Media December 16, 2020 Nûçe
Ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nêzîkî hezar xanî bo xelkê Şengalê dê werin avakirin
DXB berdewame li ser hevkarî kirina xelkê Şingalê.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, nêzîkî dê hezar xaniyan bo xelkê Şengalê ava bikin.

Li gor Berpirsê Ofîsa Şengalê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Pîr Deyan Cehfer diyar kir, dê awayê alîkariyan bo xelkê Şengalê biguherin û di plana dezgayê wan de, nêzîkî hezar xaniyan bo xelkê deverê ava bikin heye.

Pîr Deyan Cehfer herwiha diyar kir, hemû rêxistinên xêrxwaziyê bendewariyê dikin bo temamê rêkeftina asayîkirina rewşa Şengalê bicîh bê û asayîşa navçeyê rûnê û xelk vegere. Ew jî dê wê demê alîkariyan bigihînin xelkê kêmderamet ê Şengalê.

Cehfer destnîşan dike, hêz û çekdarên nerewa tenê al anîne xwarê û cilûbergên din li xwe kirin û li Şengalê nemane. ‘‘Wê yekê jî wisa kiriye ku xelk û rêxistin jî nikaribin biçin Şengalê û li bendê ne bi temamî rewş asayî bibe.’’

Pîr Deyan da zanîn, wekî Dezgayê Xêrxwaziya ya Barzanî plana wan a nû ku danîne, dixwazin xaniyan bo xelkê Şengalê ava bikin.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.
Top