• Tuesday, 02 July 2024
logo

Berpirsekî berê yê YNKê: Partiya me baca karên xirab ên PKKê dide

Gulan Media December 16, 2020 Nûçe
Berpirsekî berê yê YNKê: Partiya me baca karên xirab ên PKKê dide
Berpirsekî berê yê YNKê ragehand, ku partiya wan li navçeyên bin desthilata xwe de cureyek azadî daye PKKê û naha baca karên xirab ên PKKê dide.

Endamê berê yê encûmena navendî ya YNKê Şêxe Mamend axa ji BasNewsê re ragehand, xwepêşandanên vê dawiyê yên sînorê parêzgeha Silêmaniyê û derdora wê, destên derve li pişt bûye û ‘’Armanca serekî ya xwepêşandanan ew bû ku pêkhateya siyasî ya herêma Kurdistanê rastî metirsiyeke mezin bibe. Eger ew xwepêşandan bixwe wek talanê bûn, çima nav xelkê ve gule dihatin berdan? Lê diyare ew destê li pişt xwepêşandanan armanca wê ew bû ku rewşê aloz bike û rewş bi temamî têk biçe.’’

Herwaha diyar kir, mafê xelkê heye bi rêya xwepêşandanan sivîl ve daxwaza mafên xwe bikin, lê ‘’Ew xwepêşandanane gelek alozî lê pêkhatin, diyare ku destekî derve li pişt bû û armanca têkdana asayîşa herêma Kurdistanê hebûye, bi taybet di xwepêşandanên bajarokê Çemçemalê de. Ji pişt xelkê ve bi awayekî veşartî gule li xwepêşandanan tê berdan, saziyên ewlehiyê geheştin wê baweriyê ku desteke derve nav xwepêşandanan de ye û hewldanek heye bo têkdana rewşê. Ji ber wê jî naçarbûn tundiyê hember xwepêşanderan bikar bînin.’’

Navborî got: ‘’Desthilata me desthilatekî kurdî ye, desthilata te bixwe ye û desthilata xwîna şehîdan e.’’

Şêx Mamend axa got: ‘’Ti destekî derve, bi PKKê û Iraq û Îranê ve jî mafê wan tine bi rêya xwepêşandanan ve karên binpê kirinê bikin û ezmûna herêma Kurdistanê têk bidin.’’

Herwaha ragehand: ‘’Ya baş ew e PKK vê herêmê biparêze, ji ber cîhê hewandin û mayîna wane jî, dema wê hatiye ku PKK wê navçeyê siyaseta xwe biguhere.’’

Şêx Mamend axa got: ‘’Dema xwe de Mam Celal berdewam diyar dikir pêwîst nake PKK û partiyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê li wan navçeyên me ve êrîşî cîranên me bikin û pirsgirêkan bo herêma Kurdistanê çêbikin. Lê YNK ji ber ew azadiya daye PKKê naha baca karên xirab ên PKKê dide.’’

Basnews
Top