• Tuesday, 02 July 2024
logo

Cara yekemîn e gora hikûmdarekî Kurdan piştî salan tê dîtin

Gulan Media December 15, 2020 Nûçe
Cara yekemîn e gora hikûmdarekî Kurdan piştî salan tê dîtin
Gora hikûmdarê dewleta Merwaniyan ku dewleteke Kurdan e, piştî 924 salan li bajarê Amedê hate dîtin. Gora hikûmdarê Merwaniyan li nava Sûrê ye û gora hevjîna wî Satînas xanim jî lê kêleka wî ye. Cara yekemîn e ku gora hikûmdarekî dewleta Kurdan piştî evqas salan tê dîtin.

Gora hikûmdarê dewleta Merwaniyan Mensûr Nasirudewle piştî hezar salan li Amedê, li nava Sûran hate dîtin. Cihê gora hikûmdarê merwaniyan ji aliyê lêkolîner Erefad Yaz ve hate tespîtkirin.

Lêkolîner Erefad Yaz ji Rûdawê re behsa gora Mensûr Nasirudewle kir û got: “Li hundir erd e. Di nav de sindoq hene. Mirov dema sindoqan bilind dike, mirov dibîne ku ax jî heye diyar e ku tirb e. Dîwar mîwarên wê siwax kirine lê nivîsek, tiştekî li ser tune ye. Li kêlekê tirba pîreka wî heye. Evder aydê Nasirudewle Mensûr e. Tirba pîreka wê jî li odeyeke kêlekê de hatiye veşartin. Herdu ode li kêleka hev in.”

Mensûr Nairudewle hikûmdarê dawî yê dewleta Merwaniyan bû ku navenda wê li Farqîna Amedê bû. Lê dema ku hikûmdarê kurd jiyana xwe ji dest dide, li Cizîrê ye û dewleta Merwaniyan êdî ji aliyê Selçûkiyan ve hatiye jinavbirin.

Erefad Yaz dibêje: “Navê wî Mensûr e. Leqebê wî jî Nasirudewle ye. Kunyeya wî Ebu Muzafer e. Em nizanin kengê hatiye dinyayê. Lê di navbera 1093 û 1096an de li Cizîrê wefat kiriye. Piştî wefata wî hevjîna wî Sitînas Bîn Saîd, Bîn Nasirudewl e tirba wî aniye Amedê. Li nava Îçkaleya Amedê ku niha mûzexane ye veşartiye. Tirba hevjîna wî Situnas (Sitî) jî li kêleka wî ye. Di navbera herdu tirban de tenê pencereyek heye.

Navenda dewleta Merwaniyan her çiqas Farqîna Amedê jî bû, sînorê wê ji Amedê dest pê dikir, beşeke herêma Botan, Behdînan, Serhed û Mûsilê jî li xwe digirt.

Erefad Yaz da zanîn ku ew çend sal in li ser dewleta Merwaniyan dixebite û wiha pê de çû: “Ez ê pirtûkek li ser vê lêkolîna xwe çap bikim. Dîroknasên tarîxul îslamê dibêjin. Çar dîroknasên mezin dibêjin. Yek ji wan Îbnul Ezrak dibêje. Di pirtûka Tarîxul Meyafarqîn Amîdê de qala vê mijarê dike. Ew dibêje. Paşê Îbnul Şedad dibêje. Îbnul Şedad jî di qirnê 13'an de jiyaye. Li ser erdnîgariya vê derê jî agahiyên pir balkêş dide. Vê erdnîgariyê û dîroka vê derê gelek baş dizane. Piştre jî Sîtunul Cezvî dibêje. Sîtunul Cezvî jî li ser dîrokê 20-23 cîld pirtûk nivîsandine. Dîroknasekî pir navdar û girîng e. Ew jî di pirtûka xwe de qala cihê gora Nasirudewle Mensûr dike û dibêje cihê gora wî evder e. Cih tam bi nav û nîşan kiriye. Her wiha Îbnul Tahriverdî jî di pirtûka xwe de dibêje û vê derê nîşan dide. Îbnul Esîr jî behs dike. Wî jî derbarê Merwaniyan de gelek agahiyên girîng û berfireh dane. Ew jî qala gorê dike lê cihê tirbê nabêje. Lê ew çar dîroknasên din cih tam bi zêr û ziber, bi nav û nîşan dikin. Ew cihê ku ew dibêjin tam ev cih e. Lewre ew hemû jî dibêjin tirba Nasirudewle Mensûr li hundirê kela Amîdê, li aliyê Çemê Dîjleyê ye û nêzî qesrê ye.”

Lêkolîner Erefad Yaz, ji bo ku gora hikûmdarê kurd Mensûr Nasirudewle bi awayeke fermî bê tomarkirin û li ser gora wî nasnameya nasandina wî bê nivîsandin, bi daxwaznameyek serî li Midûriyeta Çandê ya Amedê daye. Ew niha li benda bersivê ye.

Rudaw
Top