• Wednesday, 03 July 2024
logo

Nunerê Serokê Amerîkayê telefûna Serokwezîr kir

Gulan Media December 15, 2020 Nûçe
Nunerê Serokê Amerîkayê telefûna Serokwezîr kir
dibêje lazime HSD di bin hejmûna PKKê de nemîne.
Di peywendiya han ya telefûnî de behsa rewşa herêmê hate kirin.

Îro danê êwarê nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê Joel D. Rayburn telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û piştî peywendiya han ya telefûnî Serokwezîr derbarê naveroka peywendiya han de li ser hesabê xwe wisa nivîsand;

Îro duşem 14/12/2020 nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê Sûriyeyê Joel D. Rayburn telefûna me kir.

Di peywendiya han ya telefûnî de me derbarê guhertinên heyî yên li Sûriyeyê de gifûto kir û me her du tekez li ser girîngiya hebûna giftûgoya aştiyane ya di navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê bo pere pêdana zêdetir ya azadî û pir alîbûna siyasî, hevbeşî kirin di desthilatê de, û em li ser vê ku terorîstên DIŞIê hîn jî sedema metirsiyanin, hemfikir bûn. Di berdewamiya peywendiya han ya telefûnî de me behsa êrîşa duhê bi şev ya çekdarên PKKê bo ser hêzên pêşmerge li devera Amêdiyê kir û bi tundî ew êrîşa han mehkûm kir. Me da zanîn ku di wan demên dawî de 3 pêşmerge û karmendên hêzên ewlekarî bi destê çekdarên pkkê hatine şehîdkirin, me herwiha hayedariya vê yekê da ku ew êrîşên pkkê û hewlên pkk bo destwerdanî kirin û xwe xistine nava xwepîşandanên aştiyane yên welatiyên herêma Kurdistanê, metirsiye bo ser aramiya deverê.

Di beşeke din ya peywendiya han de me tekez li ser vê yekê kir ku lazime hêzên HSDê di bin hejmûna PKKê de nemînin û nabe ji niha û pêde derfet bi pkkê wer dayîn ku fêde ji wan hevkariyan bistîne ku pêşkêşî HSDê tên kirin.

Top