Li Wanê erd bi hêza 4.7 rîxter hejiya
![Li Wanê erd bi hêza 4.7 rîxter hejiya](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/6345b26037c6bb6759610a63e660b739_L.jpg )
Navenda rewşên awarte ya Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, şeva borî saet 00:58 li qezaya Tuşba ya Wanê erd hejiya, hêza wê jî 4.7 rîxter bûye û di kûrahiya 9.20 kîlometriya erdê de çêbûye.
Li gor zanyariyan, li parêzgehên Îdir, Colemêrg û Agirî yên Bakûrê Kurdistanê hest bi erdhejê hatiye kirin.
Ji ber erdhejê, niştecihên Tuşbayê û bajar û bajarokên derdorê bo demekê derketin kolan û cadeyan.
Parêzgarê Wanê, Mehmet Emin Bilmez derbarê erdhejê de li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandiye, li gor agahiyên destpêkê di encama erdheja li Tuşbayê de ti zirarên canî û madî nehatine tomarkirin, lê tîmên taybet li gund û taxan digerin û ji bo zanîna ziraran lêkolînan dikin.
Basnews